Koma LAWJE: Muzîka Kurdî a Nûjen

0
255

…ji malpera LAWJE ya Facebookê :

« Me di sala 2003’an de dest bi xebatên xwe yên tomarkirinê kir li navenda Colemêrgê û gundên wê. Me xwest em di van xebatên xwe de şiklê taybet a muzîka kurdî û formên wê kifş bikin û cihê muzîka Colemêrgê di nav muzîka kurdî de dest nîşan bikin.

Muzîka kurdî, sê behrê bi çand û kultura devkî pêk hatiye û aktorên vê tiştê dengbêj û stranbêj bûne. Me jî wek Lawje ji bikaranînên deng û qirikê ên di muzîka kurdî de – nexasme ji vegotinên dengbêj û stranbêjan – îlhama xwe girt û şîroveyên xwe yên muzîkî bi cih anî. 

Lawje bû dîwana gelek kesên ku ji xwe ra cihek çêkirine ji her avazekê dengbêjên ku gotine “Ez pîr bûm dil pîr nabe”. Em gelek pê serbilind in ku di vê dîwanê de em careke din Kilam, Heyranok, Şeşbendî û Narînkan hwd. dikin mêhvanên xwe ku ji dem û dewrên qedîmî heta niha hatine gotin. »

…ji roportajekê :

« Dema me destpêkir, pirsek hebu di mejûyê me de : ‘dema ku mirov mûzika flamenko dibîhîse, te fêhmkini ku ew muzîka Îspanyolan e. Bes emê çawa fêhm bikin gelo ew mûzika kurdî ye dema ku em straneke bi kurdi bibîhîsin?’ »

KONSER: 24ê îlonê, roja shemî, saet 19:00 – 20:30

LAAT EEN REACTIE ACHTER

Please enter your comment!
Please enter your name here